Jina ku tabûrcû bû cenazeyê wê 5 saetan li erdê ma

  • 11:39 16 Kanûn 2017
  • Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê jina bi navê Yasmin Ek Hammud piştî ku ji nexweşxaneyê hat tabûrcûkirin di rê de qet xwarê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yasmin El Hammud 5 saet şûnde hat rakirin.
 
Yasmin El Hammud (27) li Dîlokê piştî ku ji nexweşxaneyê tabûrcû bû, li kuçeya Seferpaşayê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Peywirdarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û piştî ku  diyar kirin Yasmînê jiyana xwe ji dest daye, çûn. Piştre ajokarê wesayeta cenaze hat cihê bûyerê û anî ziman ku rapora mirinê tuneye loma got ku ew nikare cenaze bibe. Loma cenazeyê ku bi betaniyê hatibû pêçandin û 5 saetan li cihê bûyerê ma bû sedema bertekan. 
 
Piştî ku polîs û peywirdarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê girtename (tutanak) hat nivîsandin. Cenazeye Yasmînê ji bo otopsiyê birin Saziya Tip a Edliyeyê.