Jina ku tabûrcû bû cenazeyê wê 5 saetan li erdê ma 2017-12-16 11:39:32   DÎLOK - Li Dîlokê jina bi navê Yasmin Ek Hammud piştî ku ji nexweşxaneyê hat tabûrcûkirin di rê de qet xwarê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yasmin El Hammud 5 saet şûnde hat rakirin.   Yasmin El Hammud (27) li Dîlokê piştî ku ji nexweşxaneyê tabûrcû bû, li kuçeya Seferpaşayê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Peywirdarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û piştî ku  diyar kirin Yasmînê jiyana xwe ji dest daye, çûn. Piştre ajokarê wesayeta cenaze hat cihê bûyerê û anî ziman ku rapora mirinê tuneye loma got ku ew nikare cenaze bibe. Loma cenazeyê ku bi betaniyê hatibû pêçandin û 5 saetan li cihê bûyerê ma bû sedema bertekan.    Piştî ku polîs û peywirdarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê girtename (tutanak) hat nivîsandin. Cenazeye Yasmînê ji bo otopsiyê birin Saziya Tip a Edliyeyê.