Ji TJA’yê derbarê girtiyên jin de rapora binpêkirina mafan

  • 09:30 12 Kanûn 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- TJA’yê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan rapora der barê binpêkirina mafê mirovan a girtiyên jin de amade kir. Di encama raporê de tê gotin ku divê OHAL bê rakirin û balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Di serî de CPT, heyeteke serbixwe ya ji saziyên navneteweyî pêk tê divê girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike.
 
Tevgera Jinên Azad  (TJA), bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan 10-17’ê Kanûnê, raporek der barê girtiyên jin yên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê de amade kir.  Di raporê de hat diyarkirin ku OHAL û KHK’yan civak xistiye bin zextê û hat diyarkirin di sê salên dawî de girtîgeh veguherîne kampên dîlgirtiyan.
 
Di raporê de wiha hat gotin: “Bi vê pêvajoyê re bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan re gelê Kurd jî hatiye tecrîdkirin. Em wek TJA’yê van pêkanînên zalimane şermezar dikin û diyar dikin ku heta dawî wê têbikoşin û banga hestiyariyê li hemû sazî, kes û dînamîkên demokrat dikin.”
 
Rapor li ser nameyên ji girtiyan hatine girtin, li ser agahiyên malbatan, ji nûçeyên çapemeniyê, raporên sazî û partiyan, pêşnûmepirsan hatiye amadekirin.
 
Rapora TJA’yê di bin 6 sernavan de hat amadekirin. 
 
Bi KHK’a hejmar 668’an guherînînên li girtîgehan hatine kirin wihane: 
 
*hevdîtin bi alavên teknîk û dîmen hatin qeydkirin
 
* Bi armanca şopandina hevdîtinên bi parêzeran re xebatkar hat bicihkirin
 
*Desteserkirina girtekên girtiyan yên bi parêzeran re
 
*Sînorkirina saet û rojên hevdîtinê
 
*Di çarçoveya armanca hatiye dayîn de hevdîtin neyên kirin, hevdîtin tê bi dawîkirin
 
*Di rewşa der barê girtî de girtek bê girtin de bi daxwaza dozgerê Komarê re hevdîtina girtî ya bi parêzer re tê qedexekriin û ji BARO’yê daxwaza parêzerên nû. 
 
*Bi şerta belgekirinê girtî tenê bi xizmên asta yekem re dikarin hevdîtinê bikin
 
*Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê jî wê bikarin rayeya xwe bikar bîne
 
*Girtî hevdîtina telefonê  beyî 10 deqeya derbas bikin dikarin bikin.
 
Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:
 
 * Di serî de CPT, heyeteke serbixwe ya ji saziyên navneteweyî pêk tê divê girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike. Divê derbarê rewşa wî de agahdar bikin
 
*Divê demildest dawî li rejîma girtina taybet ya Zindana Îmraliyê bê dayîn û hemû girtî li gor qanûnên navneteweyî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bikin
 
*Divê Birêz Ocalan di çareseriya pisgirêka Kurd de wek muzakerevanê sereke bê dîtin û  mîsyona wî bê bicihanîn
 
*Divê OHAL bê rakirin. Dijhiqûqiyên bi KHK’ê bûne qanûn bên sekinandin
 
*Divê astengiyên li pêş pêkhatina edeletê demildest bên rakirin
 
*Divê ferzkirina îfadegirtina bi SEGBÎS û tevlîbûna runiştinan bidawî be
 
*Divê astengiyên li pêş mafê parastina bi zimanê dayikê bê bidawîkirin
 
*Divê dawazên girtiyan bên guhdarkiri
 
*Divê mafê girtiyan yên hevdîtin, ragîhandin, perwerde û tenduristiyê bên sererastkirin
 
*Divê hewcedariyên girtiyên jin li ber çavan bên girtin, hewcedariyên zarokên wan yên ligel wan dimînin bên çareserkirin
 
*Divê girtiyên nexweş bên berdan
 
*Divê girtiyên siyasî bên berdan
 
TJA ya ku malpera wan ya Web  û hesabê wan yê çapemeniyê hat astengkirin, kesên dixwazin xwe bigihînin rapora wan dikarin mailê bavêjin navnîşana tjadiplomacy@gmail.com.