Ji TJA’yê derbarê girtiyên jin de rapora binpêkirina mafan 2017-12-12 09:30:46   NAVENDA NÛÇEYAN- TJA’yê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan rapora der barê binpêkirina mafê mirovan a girtiyên jin de amade kir. Di encama raporê de tê gotin ku divê OHAL bê rakirin û balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Di serî de CPT, heyeteke serbixwe ya ji saziyên navneteweyî pêk tê divê girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike.   Tevgera Jinên Azad  (TJA), bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan 10-17’ê Kanûnê, raporek der barê girtiyên jin yên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê de amade kir.  Di raporê de hat diyarkirin ku OHAL û KHK’yan civak xistiye bin zextê û hat diyarkirin di sê salên dawî de girtîgeh veguherîne kampên dîlgirtiyan.   Di raporê de wiha hat gotin: “Bi vê pêvajoyê re bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan re gelê Kurd jî hatiye tecrîdkirin. Em wek TJA’yê van pêkanînên zalimane şermezar dikin û diyar dikin ku heta dawî wê têbikoşin û banga hestiyariyê li hemû sazî, kes û dînamîkên demokrat dikin.”   Rapor li ser nameyên ji girtiyan hatine girtin, li ser agahiyên malbatan, ji nûçeyên çapemeniyê, raporên sazî û partiyan, pêşnûmepirsan hatiye amadekirin.   Rapora TJA’yê di bin 6 sernavan de hat amadekirin.    Bi KHK’a hejmar 668’an guherînînên li girtîgehan hatine kirin wihane:    *hevdîtin bi alavên teknîk û dîmen hatin qeydkirin   * Bi armanca şopandina hevdîtinên bi parêzeran re xebatkar hat bicihkirin   *Desteserkirina girtekên girtiyan yên bi parêzeran re   *Sînorkirina saet û rojên hevdîtinê   *Di çarçoveya armanca hatiye dayîn de hevdîtin neyên kirin, hevdîtin tê bi dawîkirin   *Di rewşa der barê girtî de girtek bê girtin de bi daxwaza dozgerê Komarê re hevdîtina girtî ya bi parêzer re tê qedexekriin û ji BARO’yê daxwaza parêzerên nû.    *Bi şerta belgekirinê girtî tenê bi xizmên asta yekem re dikarin hevdîtinê bikin   *Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê jî wê bikarin rayeya xwe bikar bîne   *Girtî hevdîtina telefonê  beyî 10 deqeya derbas bikin dikarin bikin.   Di raporê de ev pêşniyar hatin kirin:    * Di serî de CPT, heyeteke serbixwe ya ji saziyên navneteweyî pêk tê divê girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike. Divê derbarê rewşa wî de agahdar bikin   *Divê demildest dawî li rejîma girtina taybet ya Zindana Îmraliyê bê dayîn û hemû girtî li gor qanûnên navneteweyî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bikin   *Divê Birêz Ocalan di çareseriya pisgirêka Kurd de wek muzakerevanê sereke bê dîtin û  mîsyona wî bê bicihanîn   *Divê OHAL bê rakirin. Dijhiqûqiyên bi KHK’ê bûne qanûn bên sekinandin   *Divê astengiyên li pêş pêkhatina edeletê demildest bên rakirin   *Divê ferzkirina îfadegirtina bi SEGBÎS û tevlîbûna runiştinan bidawî be   *Divê astengiyên li pêş mafê parastina bi zimanê dayikê bê bidawîkirin   *Divê dawazên girtiyan bên guhdarkiri   *Divê mafê girtiyan yên hevdîtin, ragîhandin, perwerde û tenduristiyê bên sererastkirin   *Divê hewcedariyên girtiyên jin li ber çavan bên girtin, hewcedariyên zarokên wan yên ligel wan dimînin bên çareserkirin   *Divê girtiyên nexweş bên berdan   *Divê girtiyên siyasî bên berdan   TJA ya ku malpera wan ya Web  û hesabê wan yê çapemeniyê hat astengkirin, kesên dixwazin xwe bigihînin rapora wan dikarin mailê bavêjin navnîşana tjadiplomacy@gmail.com.