Encamên hilbjartênên Bakurê Sûriyeyê hat aşkerekirin

  • 13:40 5 Kanûn 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Komseriya Bilind a Hijbijartinan  bi daxuyaniyek Çapemeniyê encamên hilbjartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakûrê Cizîrê, Firat û Efrînê ku 1’ê Kanûna 2017’an hatin lidarxistin ragihand. 
 
Li navenda Meclîsa Rêveberiya Xweserî ya li bajarê Amûdê ku gelek ji dezgehên ragihandinê amade bûn, ji aliyê Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Emîne Hisî û Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan ve daxuyaniyek hate xwendin. 
 
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin: 
 
“Bi baweriya hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê ji bo rûniştinandina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê wekî çareseriya herî guncav piştî aloziya 7 salan, qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk pêk hatin. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî (navçe, bajarok û kanton) 1’ê kanûna 2017’an li hersê herêman Bakûrê Sûriyeyê pêk hat. Welatiyan di saetên sibehê de berê xwe dan sendoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar anîn. Wan bi vê yekê wekî cara yekê di dîroka Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de gotina xwe bi awayekî azad, zelal kirin.”
 
Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de: %69 
 
HERÊMA CIZÎRÊ 
 
Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist
 
Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd: Ji 99 namzetan 40’î kursî bi dest xist
 
Kesên serbixwe: Ji 268 namzetan 144’an kursî bi dest xistin 
 
HERÊMA FIRATÊ 
 
Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 954 namzetan 847’î kursî bi dest xist
 
Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 124 namzetan 40’î kursî bi dest xist
 
Kesên serbixwe: Ji 95 namzetan 67’î kursî bi dest xistin 
 
HERÊMA EFRÎNÊ
 
Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 1175 namzetan 1056’î kursî bi dest xist
 
Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 197 namzetan 72’an kursî bi dest xist.
 
Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: Ji 48 namzetan 8’an kursî bi dest xist
 
Kesên serbixwe: Ji 86 namzetan 40’î kursî bi dest xistin 
 
Komseriya Bilind a Hilbijartin spasiya hemû kesên ku di xebatên hilbijartinan de ked dane, kir.