Encamên hilbjartênên Bakurê Sûriyeyê hat aşkerekirin 2017-12-05 13:40:00   QAMIŞLO - Komseriya Bilind a Hijbijartinan  bi daxuyaniyek Çapemeniyê encamên hilbjartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakûrê Cizîrê, Firat û Efrînê ku 1’ê Kanûna 2017’an hatin lidarxistin ragihand.    Li navenda Meclîsa Rêveberiya Xweserî ya li bajarê Amûdê ku gelek ji dezgehên ragihandinê amade bûn, ji aliyê Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Emîne Hisî û Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan ve daxuyaniyek hate xwendin.    Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:    “Bi baweriya hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê ji bo rûniştinandina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê wekî çareseriya herî guncav piştî aloziya 7 salan, qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk pêk hatin. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî (navçe, bajarok û kanton) 1’ê kanûna 2017’an li hersê herêman Bakûrê Sûriyeyê pêk hat. Welatiyan di saetên sibehê de berê xwe dan sendoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar anîn. Wan bi vê yekê wekî cara yekê di dîroka Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de gotina xwe bi awayekî azad, zelal kirin.”   Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de: %69    HERÊMA CIZÎRÊ    Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist   Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd: Ji 99 namzetan 40’î kursî bi dest xist   Kesên serbixwe: Ji 268 namzetan 144’an kursî bi dest xistin    HERÊMA FIRATÊ    Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 954 namzetan 847’î kursî bi dest xist   Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 124 namzetan 40’î kursî bi dest xist   Kesên serbixwe: Ji 95 namzetan 67’î kursî bi dest xistin    HERÊMA EFRÎNÊ   Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 1175 namzetan 1056’î kursî bi dest xist   Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 197 namzetan 72’an kursî bi dest xist.   Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: Ji 48 namzetan 8’an kursî bi dest xist   Kesên serbixwe: Ji 86 namzetan 40’î kursî bi dest xistin    Komseriya Bilind a Hilbijartin spasiya hemû kesên ku di xebatên hilbijartinan de ked dane, kir.