Mêrê ku xwest jinekê qetil bike hat binçavkirin
- 13:40 2 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Li Beşîktaşê di hundir wesayetê de mêrê ku xwest jinekê bişewitîne û qetil bike hat binçavkirin.
Serê sibehê li Beşîktaş a ku girêdayî navçeya Beyoglu ya Stenbolê ye mêrekî xwest ku jina di hundir wesayetê de tevlî wesayetê bişewitîne û bi vî rengî qetil bike.
Kesên ku bûbûn şahidê bûyerê wiha bûyer rave kir:” Wesayet li wir sekinî, em dibêjin qey xera bû lê dibe ku xera jî nebûbe. Kesê ku xwest jina di hundir wesayetê de bişewitîne atqiya xwe derxist û xist depoya benzînê, xwest agir bi atqiyê bixe lê agir pê neket. Di wê kêliyê de wesayetên ku derbas dibûn bi wan re û bi derdora xwe re diqêriya.”








