Mêrê ku xwest jinekê qetil bike hat binçavkirin 2017-12-02 13:40:32   STENBOL - Li Beşîktaşê di hundir wesayetê de mêrê ku xwest jinekê bişewitîne û qetil bike hat binçavkirin.   Serê sibehê li Beşîktaş a ku girêdayî navçeya Beyoglu ya Stenbolê ye mêrekî xwest ku jina di hundir wesayetê de tevlî wesayetê bişewitîne û bi vî rengî qetil bike.   Kesên ku bûbûn şahidê bûyerê wiha bûyer rave kir:” Wesayet li wir sekinî, em dibêjin qey xera bû lê dibe ku xera jî nebûbe. Kesê ku xwest jina di hundir wesayetê de bişewitîne atqiya xwe derxist û xist depoya benzînê, xwest agir bi atqiyê bixe lê agir pê neket. Di wê kêliyê de wesayetên ku derbas dibûn bi wan re  û bi derdora xwe re diqêriya.”