Hilbijartinên Meclisê yên Bajarê Tiltemirê dest pê kir

  • 10:18 1 Kanûn 2017
  • Rojane
TILTEMIR - Welatiyên Kurd, Ereb û Aşûrî bi coşek mezin berê xwe didin sendoqên hilbijartinên meclisan û mafê xwe yê dengdayînê bi kar tînin.
 
Îro saet 8:00’an de serê sibehê şêniyên Bajarê Tiltemirê û gundewarên wê yên girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê  berê xwe dan sindoqan. Piştî xebatên ku bi mehan berdewam kir û li ser biryara Komseriya Bilind a Hilbijartinan a her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Efrîn, Firatê, Cizîrê) ku ji kantona Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo û Hesekê pêk tên, qonaxa duyemîn a hilbijartinan (bajarok, navçe û kanton) hate destpêkirin.
 
Dengdayîna hilbijartinên meclisê dewam dike.