Hilbijartinên Meclisê yên Bajarê Tiltemirê dest pê kir 2017-12-01 10:18:57   TILTEMIR - Welatiyên Kurd, Ereb û Aşûrî bi coşek mezin berê xwe didin sendoqên hilbijartinên meclisan û mafê xwe yê dengdayînê bi kar tînin.   Îro saet 8:00’an de serê sibehê şêniyên Bajarê Tiltemirê û gundewarên wê yên girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê  berê xwe dan sindoqan. Piştî xebatên ku bi mehan berdewam kir û li ser biryara Komseriya Bilind a Hilbijartinan a her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Efrîn, Firatê, Cizîrê) ku ji kantona Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo û Hesekê pêk tên, qonaxa duyemîn a hilbijartinan (bajarok, navçe û kanton) hate destpêkirin.   Dengdayîna hilbijartinên meclisê dewam dike.