'Divê gel berê xwe bide sindoqan'

  • 10:01 1 Kanûn 2017
  • Rojane
TIL TEMIR - Endama Komseriya hilbijartinê ya Bajarê Tiltemirê Fatma Şemdîn derbarê amadekariya hilbijartinan de diyar kir ku ev hilbijartin dê ji bo azadî û wekheviya jinê pêngavek girîng be.
 
Endama Komseriya Hilbjartinê ya Bajarê Tiltemir a Girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku hilbijartinên Meclisê qonaxa duyemîn a serkeftina sîstema federal e.
 
Fatma di dawiya axaftina xwede wiha got: "Em bi hêvî ne ku gel  berê xwe bide sindoqan û dengê xwe bide lîsteya ku pêşeroja jiyanê ronî dike. Ji bo jiyanek azad û aram divê gel berê xwe bidin sindoqan."