'Divê gel berê xwe bide sindoqan' 2017-12-01 10:01:14   TIL TEMIR - Endama Komseriya hilbijartinê ya Bajarê Tiltemirê Fatma Şemdîn derbarê amadekariya hilbijartinan de diyar kir ku ev hilbijartin dê ji bo azadî û wekheviya jinê pêngavek girîng be.   Endama Komseriya Hilbjartinê ya Bajarê Tiltemir a Girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku hilbijartinên Meclisê qonaxa duyemîn a serkeftina sîstema federal e.   Fatma di dawiya axaftina xwede wiha got: "Em bi hêvî ne ku gel  berê xwe bide sindoqan û dengê xwe bide lîsteya ku pêşeroja jiyanê ronî dike. Ji bo jiyanek azad û aram divê gel berê xwe bidin sindoqan."