xebatên hilbijartina berdewam dikin
- 13:04 26 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Di çerçoveya xebatên hilbijartinan ên ku wê ji bo meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di 1'ê Çileyê de bên kirin, jinên ku bûn namzed ji bo propagandayê li navçeya Eşrefiyê belavok belav kirin.
Li navçeya Eşrefiyê ya girêdayî Kantona Efrînê Di çerçoveya xebatên hilbijartinan ên ku wê ji bo meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di 1'ê Çileyê de bên kirin jinên ku bûn namzed serdana şêniyên Efrînê kirin û belavok belav kirin.
Nemzetan derbarê hilbijartinê de şêniyên Efrînê agahdar kirin. Jinên namzet ên Girkêlegê têkildarî hilbijartinên meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku wê di 1'ê kanûnê de pêk bên kêfxweşiya xwe anîn ziman.








