xebatên hilbijartina berdewam dikin 2017-11-26 13:04:40   EFRÎN - Di çerçoveya xebatên hilbijartinan ên ku wê ji bo meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di 1'ê Çileyê de bên kirin, jinên ku bûn namzed ji bo propagandayê li navçeya Eşrefiyê belavok belav kirin.   Li navçeya Eşrefiyê  ya girêdayî Kantona Efrînê  Di çerçoveya xebatên hilbijartinan ên ku wê ji bo meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di 1'ê Çileyê de bên kirin jinên ku bûn namzed serdana şêniyên Efrînê kirin û belavok belav kirin.   Nemzetan derbarê hilbijartinê de şêniyên Efrînê agahdar kirin. Jinên namzet ên Girkêlegê têkildarî hilbijartinên meclisên herêmî ên Pergala Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku wê di 1'ê kanûnê de pêk bên kêfxweşiya xwe anîn ziman.