Li Rihayê jinek hat qetilkirin

  • 12:58 26 Mijdar 2017
  • Rojane
RIHA - Li taxa Korukentê mêrê bi navê Hakki Varlik, keça xwe Belkis Varlik kuşt
 
Li taxa Koruket ya Rihayê mêrê bi navê Hakki Varlik (47), keça xwe Belkis Varlik a  ku xwest biçe cem hevjîna wîya ku xwe jê berdaye kuşt.  Haki Varlik duh êvarê keça xwe ya ku dixwest biçe cema dayika xwe birîndar kir. Belkis li gel birîdariya xwe di ser banê xanî re reviya, lê herî dawî ji aliyê bavê xwe ve li cihê ku xwe lê veşartibû hat dîtin û hat qetilkirin.  Hakki piştî ku keça xwe kuşt xwe jî îxbar kir û sucê xwe îtîraf kir.
 
Piştî bûyerê Hakki Varlik hat binçavkirin û cenazeyê Belkisê jî rakirin morgê.