Li Rihayê jinek hat qetilkirin 2017-11-26 12:58:42   RIHA - Li taxa Korukentê mêrê bi navê Hakki Varlik, keça xwe Belkis Varlik kuşt   Li taxa Koruket ya Rihayê mêrê bi navê Hakki Varlik (47), keça xwe Belkis Varlik a  ku xwest biçe cem hevjîna wîya ku xwe jê berdaye kuşt.  Haki Varlik duh êvarê keça xwe ya ku dixwest biçe cema dayika xwe birîndar kir. Belkis li gel birîdariya xwe di ser banê xanî re reviya, lê herî dawî ji aliyê bavê xwe ve li cihê ku xwe lê veşartibû hat dîtin û hat qetilkirin.  Hakki piştî ku keça xwe kuşt xwe jî îxbar kir û sucê xwe îtîraf kir.   Piştî bûyerê Hakki Varlik hat binçavkirin û cenazeyê Belkisê jî rakirin morgê.