Li kolana Yukselê tundiya li dijî jinê
- 15:23 25 Mijdar 2017
- Rojane
ENQERE - Polîsên li Kolana Yukselê di roja 382'an a çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” de êrîş kirin û jin derp kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 262’yan. Çalakiya kedkarên cemawerî ya “Em karê xwe başve dixwazin” a piştgiriyê dide Gulmen û Ozakça jî di roja 382’an de berdewam kir. Çalakvanan xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê ku bi polîsan hatî dorpêçkirin daxuyanî bidin, lê ğplîsan derstûr nedan. Ji ber vê yekê çalakvan li Kona Konurê kom bûn û bi dengên bilind dirûşme berz kirin.
Polîsan li hemberî çalakvanan tundî pêk anîn û çalakvanên jin bi lêdanê binçavkirin.








