Li kolana Yukselê tundiya li dijî jinê 2017-11-25 15:23:49   ENQERE - Polîsên li Kolana Yukselê di roja 382'an a çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” de êrîş kirin û jin derp kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û  Semîh Ozakça ket roja 262’yan. Çalakiya kedkarên cemawerî ya “Em karê xwe başve dixwazin” a piştgiriyê dide Gulmen û Ozakça jî di roja 382’an de berdewam kir.  Çalakvanan xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê ku bi polîsan hatî dorpêçkirin daxuyanî bidin, lê ğplîsan derstûr nedan.  Ji ber vê yekê çalakvan li Kona Konurê kom bûn û bi dengên bilind dirûşme berz kirin.    Polîsan li hemberî çalakvanan tundî pêk anîn û çalakvanên jin bi lêdanê  binçavkirin.