Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin

  • 10:00 24 Mijdar 2017
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava di bin dirûşma " Serî hildin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan" a ku ji Xana Serê ya Dêrikê destpêkiribû gihaşt navçeya Girkêlegê.
 
Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava ku ji Xana Serê ya bajarê Dêrikê di bin dirûşma " Serî hildin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan" û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêkiribû gihaşt Girkêlegê. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatibû hilgirtin. Meşê heta Bajarê Qamişlo berdewam bike û piştre dê mîtîng bê lidarxistin. 
 
Her wiha Yêkîtiya Ciwanan, ciwanên kantona Hesekê û Serê Kaniyê dê li Qamişlo bigihêjin hev û mîtîngê bê lidarxistin.