Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin 2017-11-24 10:00:09   GIRKÊLEGÊ - Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava di bin dirûşma " Serî hildin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan" a ku ji Xana Serê ya Dêrikê destpêkiribû gihaşt navçeya Girkêlegê.   Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava ku ji Xana Serê ya bajarê Dêrikê di bin dirûşma " Serî hildin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan" û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêkiribû gihaşt Girkêlegê. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatibû hilgirtin. Meşê heta Bajarê Qamişlo berdewam bike û piştre dê mîtîng bê lidarxistin.    Her wiha Yêkîtiya Ciwanan, ciwanên kantona Hesekê û Serê Kaniyê dê li Qamişlo bigihêjin hev û mîtîngê bê lidarxistin.