Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavok hat belavkirin
- 10:03 20 Mijdar 2017
- Rojane
EFRÎN - Ji bo azadî û eşkerekirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Yekîtiya Jina Azad bi alîkariya Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ereb belavok li kantona Şehbayê belav kirin.
Di bin siya hemleya "Serî hilde" de Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan bi alîkariya Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ereb belavok li tevahî gelê gundê Ehrazê ya girêdayî Kantona şehbayê belav kirin .
Di belevokê de wiha hatibû nivîsandin:’ Ciwanên Şehbayê tu caran jiyana bê Rêber Apo napejirînin û wê heta dawiyê di hundirê çalakiyan de bin û têkoşîna xwe bidomînin.’
Her wiha eleqeyek mezin li dijî belavokan hebû.
Hat zanîn ku dê di çarçoveya ‘serî hilde’ ya Ciwanan de gelek çalakiyên din werin li darxistin.








