Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavok hat belavkirin 2017-11-20 10:03:30   EFRÎN -  Ji bo azadî û eşkerekirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Yekîtiya Jina Azad bi alîkariya Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ereb belavok li kantona Şehbayê belav kirin.   Di bin siya hemleya "Serî hilde" de Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan bi alîkariya Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ereb belavok li tevahî  gelê gundê Ehrazê ya girêdayî Kantona şehbayê belav kirin .   Di belevokê de wiha hatibû nivîsandin:’ Ciwanên Şehbayê tu caran jiyana bê Rêber Apo napejirînin û wê heta dawiyê di hundirê çalakiyan de bin û têkoşîna xwe bidomînin.’   Her wiha eleqeyek  mezin li dijî belavokan hebû.   Hat zanîn ku dê di çarçoveya ‘serî hilde’  ya Ciwanan de gelek çalakiyên din werin li darxistin.