Handan Bagci hat berdan
- 11:10 16 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Hevşaredara Qelqeliyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Handan Bagci û Gulîstan Bagci serbest hatin berdan.
Duh serê sibehê bi ser mala hevşaredara Qelqeliyê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Handan Bagci de girtin û di encama serdegirtina malê de 13 kesên ku di nav de Handan û xwişka wê Gulîstan jî hebû hatibûn binçavkirin. Handan û xwişka xwe piştî karê wan ê li emniyetê qediya hatin berdan.
Her wiha 11 kesên ku din ên ku hatibûn binçavkirin jî karê wan ê li emniyetê berdewam dike.








