Handan Bagci hat berdan 2017-11-16 11:10:32   WAN - Hevşaredara  Qelqeliyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Handan Bagci û Gulîstan Bagci serbest hatin berdan.   Duh serê sibehê bi ser mala hevşaredara Qelqeliyê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Handan Bagci de girtin û di encama serdegirtina malê de 13 kesên ku di nav de Handan û xwişka wê Gulîstan jî hebû hatibûn binçavkirin. Handan û xwişka xwe piştî karê wan ê li emniyetê qediya hatin berdan.   Her wiha 11  kesên ku din ên ku hatibûn binçavkirin jî karê wan ê li emniyetê berdewam dike.