Rêyên gundê Nisêbînê bi tanqan hatin dorpêçkirin

  • 11:05 11 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Gundên li ser rêya Nisêbînê û li ser çolwara Omeryanê hatin dorpêçkirin.
 
Tevlî ku li Nisêbînê qedexe nehatiye îlankirin rêyên gundên Omeryanê û rêyên ku di navbera Nisêbîn û Qoserê de dimînin bi wesayetên zirxî hatin girtin. Serê sibehê hemû rê bi tanqan hatin girtin û gund hatin dorpêçkirin. Tevlî ku qedexe nehatiye îlankirin tê xuyakirin ku bi vê dorpêçkirinê amadekariya operasyonê tê kirin.
 
Derketin û ketandina gundan bi qontrola nasname û wesayetan tên kirin. Dîsa li gor agahiyên ku ji gundiyan  hatine bidestxistin gelek leşker keşifê dikin û di kemînê de sekinîne .