Rêyên gundê Nisêbînê bi tanqan hatin dorpêçkirin 2017-11-11 11:05:57   MÊRDÎN - Gundên li ser rêya Nisêbînê û li ser çolwara Omeryanê hatin dorpêçkirin.   Tevlî ku li Nisêbînê qedexe nehatiye îlankirin rêyên gundên Omeryanê û rêyên ku di navbera Nisêbîn û Qoserê de dimînin bi wesayetên zirxî hatin girtin. Serê sibehê hemû rê bi tanqan hatin girtin û gund hatin dorpêçkirin. Tevlî ku qedexe nehatiye îlankirin tê xuyakirin ku bi vê dorpêçkirinê amadekariya operasyonê tê kirin.   Derketin û ketandina gundan bi qontrola nasname û wesayetan tên kirin. Dîsa li gor agahiyên ku ji gundiyan  hatine bidestxistin gelek leşker keşifê dikin û di kemînê de sekinîne .