Rêvebera Asayişa Tiltemirê tecrîd nirxand
- 13:56 5 Mijdar 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TILTEMIR- Rêvebera Asayîşa Bajarê Tiltemirê Mihdiya Şindî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de diyar kir ku hemû kesên destên wan di komployê de hene wê hesap bidin.
Rêvebera Asayişa Bajarê Tiltemirê li ser komploya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat de nirxandin kir û wiha got; "Ev tecrîd û koploya li ser Rêberê me pêk anîn bû sedem ku gelê kurd li dijî desthilatdariyê rabe ser piyan û bi dengekî bilind azadiya xwe û hemû mirovatiyê bixwaze. Lîstikên dewletan bi ser neketin. Planên wan bi saya fikir û felsfeya Rêber Abdulla Ocalan têk çû."
Mihdiya diyar kir ku ji Nîsan'a 2015'an û heta niha tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe "Dewleta tirk nahêle ne malbat û ne jî parêzer bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Ev yek jî bi Gelê Kurd re gûmanan zêde dike. Ji ber wê bi mîlyonan Kurdîstanî ji bo azadiya Rêberê xwe rabûne ser piyan û bertekên xwe yên tund nîşan didin."








