Rêvebera Asayişa Tiltemirê tecrîd nirxand 2017-11-05 13:56:11   Sorgul Şêxo   TILTEMIR- Rêvebera Asayîşa Bajarê Tiltemirê Mihdiya Şindî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocalan de diyar kir ku hemû  kesên destên wan di komployê de hene wê hesap bidin.    Rêvebera Asayişa Bajarê Tiltemirê li ser komploya ku li dijî  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat de nirxandin kir û wiha got; "Ev tecrîd û koploya li ser Rêberê me pêk anîn bû sedem ku gelê kurd li dijî desthilatdariyê rabe ser piyan û bi dengekî bilind azadiya xwe û hemû mirovatiyê bixwaze. Lîstikên dewletan bi ser neketin. Planên wan bi saya fikir û felsfeya Rêber Abdulla Ocalan têk çû."   Mihdiya diyar kir ku  ji Nîsan'a 2015'an û heta niha tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe "Dewleta tirk nahêle ne malbat û ne jî parêzer bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Ev yek jî bi Gelê Kurd re gûmanan zêde dike. Ji ber wê bi mîlyonan Kurdîstanî ji bo azadiya Rêberê xwe  rabûne ser piyan û bertekên xwe yên tund nîşan didin."