Şeva yekem a grevê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' tecrît şikand

  • 10:10 3 Mijdar 2017
  • Rojane

WAN - Greva birçîbûnê a dorveger  duh bi şev bi moralek mezin bi  govend û klamên dayikan berdewam kir. 

 
Ji bo ku girankirina tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin Meclîsa Dayîkên Aşitiyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva dorveger a ku ji aliyê Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Wanê ve hatiye destpêkirin duh bişev bi klam,govend û nirxandinên sîyasî berdewam kir. 
 
Dayikan heyanî nîvê şevê dev ji klam gotin û govendgirtinê bernedan. Nirxandinên dayikan yên sîyasî jî bi moralek mezin dihatin niqaşkirin. Bi mereqeke mezin temaşekirina dayikan a nûçeyan jî balkêş bû. 
 
Tecrît bi govenda dayikan dihat şikandin
 
Kêfxweşiya wan jî banga serê sibehê aşkere dikir. Gotina dayika ku govend digirt a 'Ez govendê digrim, ji bo ku sibehê agahiya mirina keça min neyê ' balkêş bû. Xemgînî û kêfxweşiya dayikan bi govendê re dibû yek û tecrît bi vî awayî perçe perçe dikir. 
 
Şevê bi tililîyên dayikan berdewam kir
 
Piştî govend û klaman greva birçîbûnê bi  tililî û dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo,Bijî berxwedana Dayîkan' berdewam dikir.