Şeva yekem a grevê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' tecrît şikand 2017-11-03 10:10:35 WAN - Greva birçîbûnê a dorveger  duh bi şev bi moralek mezin bi  govend û klamên dayikan berdewam kir.    Ji bo ku girankirina tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar bikin Meclîsa Dayîkên Aşitiyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva dorveger a ku ji aliyê Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Wanê ve hatiye destpêkirin duh bişev bi klam,govend û nirxandinên sîyasî berdewam kir.    Dayikan heyanî nîvê şevê dev ji klam gotin û govendgirtinê bernedan. Nirxandinên dayikan yên sîyasî jî bi moralek mezin dihatin niqaşkirin. Bi mereqeke mezin temaşekirina dayikan a nûçeyan jî balkêş bû.    Tecrît bi govenda dayikan dihat şikandin   Kêfxweşiya wan jî banga serê sibehê aşkere dikir. Gotina dayika ku govend digirt a 'Ez govendê digrim, ji bo ku sibehê agahiya mirina keça min neyê ' balkêş bû. Xemgînî û kêfxweşiya dayikan bi govendê re dibû yek û tecrît bi vî awayî perçe perçe dikir.    Şevê bi tililîyên dayikan berdewam kir   Piştî govend û klaman greva birçîbûnê bi  tililî û dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo,Bijî berxwedana Dayîkan' berdewam dikir.