Li Dêrikê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat li darxistin
- 17:45 2 Mijdar 2017
- Rojane
DÊRİK - Li Dêrikê bi hezaran mirov daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi girseyî hat li darxistin.
Li herêma Dêrikê ya girêdayi Kantona Qamişlo ji aliyê Tev-Demê, bi tevlîbûna bi hezaran mirov û Girkêlegê, Dêrik, Çilaxa, Tilkoçer û Gundewarên wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan pêk were û tecrîda giran rabe meşeke girseyî hat li darxistin. Di meşê de bang li dewleta tirkiyê hat kirin ku tecrîd bi dawî bibe. Di meşê de wêneyên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û dirûşmên "Em fedaiyê rêber apo ne ", "Em ê dîwarên îmraliyê parçe bikin û serokê xwe azad bikin’ hatin berzkirin. Meş ji qada azadiyê ya Dêrikê dest pê kir û li navenda ciwanan bi dawî bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Hevseroka Federaliya Demokratîk li Bakûrê Sûriyeyê Hediye Yûsiv wiha got: "Ji bo ku xeta demokrasiyê bi ser bikeve, em îro li vê derê ne. Em komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Dewleta Tirk li hember Rêber Apo hemû rêbazên ne ehlaqî bi kar tîne û siyasetên qirêj didin meşandin. Em dixwazin rewşa rêbertî hîn bibin. Dewlata Tirk dixwaze bi siyaseta xwe vîna gelan felsefeya azadiyê û biratiya gelan tune bike. Ji bo wê jî, îro em dibêjin hun ê tu caran nikaribin ew xwîna ku di damarê me de diherike bidin sekinadin.
Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li hemû cîhanê gelên welatparêz banga azadiya rêber apo dike. Tu kes nikare rêber apo dîl bigire. Îro em kêlî bi kêlî bi rêber apo re dijîn û heta dawiyê em ê di rêya rêberê xwe de bimeşin. "
Meş bi dirûşmên "Bijî serok Apo" bi dawî bû.








