Li Dêrikê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat li darxistin 2017-11-02 17:45:23 DÊRİK - Li Dêrikê bi hezaran mirov daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan meşeke bi girseyî  hat li darxistin.   Li herêma Dêrikê ya girêdayi Kantona Qamişlo ji aliyê Tev-Demê, bi tevlîbûna bi  hezaran mirov û  Girkêlegê, Dêrik, Çilaxa, Tilkoçer û Gundewarên wê  ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan  pêk were û tecrîda giran  rabe meşeke girseyî hat li darxistin. Di meşê de bang  li dewleta tirkiyê hat kirin ku tecrîd bi dawî bibe. Di meşê de wêneyên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û dirûşmên "Em  fedaiyê rêber apo ne ", "Em ê dîwarên îmraliyê parçe bikin û serokê xwe azad bikin’ hatin berzkirin. Meş ji qada azadiyê ya Dêrikê dest pê kir û li navenda ciwanan bi dawî bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin.   Hevseroka Federaliya Demokratîk li Bakûrê Sûriyeyê Hediye Yûsiv wiha got:  "Ji bo ku xeta demokrasiyê  bi ser bikeve, em îro li vê derê ne. Em komploya li ser  Rêber Apo şermezar dikin. Dewleta Tirk li hember Rêber Apo hemû rêbazên ne ehlaqî bi kar tîne û siyasetên qirêj didin meşandin. Em dixwazin rewşa rêbertî hîn bibin. Dewlata Tirk dixwaze bi siyaseta xwe vîna gelan felsefeya azadiyê  û biratiya gelan tune bike. Ji bo wê jî, îro em dibêjin hun ê tu caran nikaribin ew xwîna ku di damarê me de diherike bidin  sekinadin.   Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de  wiha got: "Li hemû cîhanê gelên welatparêz  banga azadiya rêber apo dike.  Tu kes nikare rêber apo dîl bigire. Îro em kêlî bi kêlî bi rêber apo re  dijîn û heta dawiyê em ê di rêya rêberê xwe de bimeşin. "   Meş bi dirûşmên "Bijî serok Apo" bi dawî bû.