Piştî koçberiya bi zorê: Asîmîlasyon, hişbir û fuhuş

  • 09:38 1 Mijdar 2017
  • Rojane

Duygu Erol

ENQERE - Li taxa Seyranbaglarê ya navçeya Çankayayê û taxa Turkozu ya navçeya Mamakê  di bin kontrola dewletê de hişbir tê firotin û jin û zarokan dikin fuhuşê. Malbatên ji Kurdistanê bi koçberiya zorê hatine, zarokên xwe ji tirsan dernaxin derve.
 
Li Tirkiyeyê bikaranîna hişbirê her ku diçe zêde dibe û ji welatiyên ji Kurdistanê koçî metropolan kirine li taxên dijîn jî di bin xetereya firoşkarên hişbirê de ne. Li taxên Kurd dijîn di bin kontrola dewletê de hişbir tê firotin. 
 
'Ciwanên Kurd tên jehrîkirin'
 
Dewleta ku lez daye polîtîkayên fuhuş û asîmîlasyonê, li Kurditanê, bajarên wekê Dêrsîm, Amed û Mêrdînê raste rast hişbirê difroşe û li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edenê jî li taxên Kurdan ciwanan jehrî dike.
 
Temenê bikaranîna hişbirê li taxan daketiye 14’an. Li kolanên pişt qerekolên polîsan firotina madeyê tê kirin. Ligel vê fuhuşê li jin û zarokan ferz dikin. 
Li taxa Seyranbaglarê ya navçeya Çankaya û taxa Turkozu ya navçeya Mamakê  di bin kontrola dewletê de hişbir tê firotin û fuhuşê li ser jin û zarokan ferz dikin. Malbatên ji Kurdistanê bi koçberiya zorê hatine, zarokên xwe ji tirsan dernaxin derve.
 
Gelê li taxê dijîn jî diyar kirin ku bi taybet li parq û avahiyên vala hişbir tê firotin û got: “Polîs her tim operasyonan dike. Kesên firoşkar binçav dike û du roj şûnde berdide.  Em ji bo zarokên xwe bi fikar in. Zarokên me diçin dibistanê û li wir jî difroşin. Li parqan difroşin. Dîsa fuhuş li jin û zarokan tê ferzkirin. Di rojên borî de li Seyranbaglarê zarokekî bi navê D.N yê 17 salî  di encama bonzayiyê de jiyana xwe ji dest da.”