Runiştina mêrê ku Şehrîban qetil kir sibê ye

  • 09:34 1 Mijdar 2017
  • Rojane

Fîlîz Zeyrek

EDENE - Rûniştina biryarê ya  Îzzet Elman ê îşkence li Şehrîban Elmasê kir û  qetil kir sibê tê dîtin. Xwişka Şehrîbanê Yildiz Kurtê diyar kir ku navê kuştinên jinan bûye ‘hezkirin, namûs’ û got ew dixwazin Îzzet cezayê herî giran bigire.
 
Li Edeneyê di 6’ê Qanûna 2016’an de Şehrîban Elman ji aliyê hevjînê xwe Îzzet Elman ve bi îşkenceyê hatibû qetikirin. Îzzetê hat girtin û şandin girtîgeha Edeneyê ya Kurkçulerê der barê wî, dê û bavê wî bi giştî 4 kesî de heta 20 salan ceza hat xwendin. Rûniştina biryarê ya dozê sibê li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê tê dîtin.
 
Xwişka Şehrîbanê axivî û daxwaz kir ku divê dadgeh biryarek adîlane bide û wiha got: “Xwişka min ji bo me gelek bi nirx bû. Lê mêrekî lê xist û di bedena wê de hestiyek nehişt hemû şikand. Ji vê cînayetê re dibêjin ‘Hezkirin û namûs’. Em dizanin xwişka min şûnde nayê lê bila kujer ceza bigire.”
 
Yildizê diyar kir ku li şûna kujer bên cezakirin dikin leheng û dibêjin namûsa xwe parastiye û bi tiştên dikin pesnên xwe didin. Yildizê anî ziman ku ew dixwazin Îzzet û malbata wî ceza bigirin.