Kampanyaya ‘Ev wisa derbas nabe’ dê bi awayekî xurt bidome
- 09:30 1 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Koncayê diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ‘Wisa derbas nabe, wê jin desturê nedin’ wê bi du alî bimeşe û got aliyê wê yê din der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê bimeşe. Besîmeyê bi lêv kir ku her du ling jî wê heta 8’ê Adarê bi awayekî xurt bidome.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 11’ê Îlonê de bi deklerasyonekê kampanyaya ‘Wisa derbas nabe wê jin destûr nedin’ bi çalakî û bernameyan didome. Kampanya wê heta 25’ê Mijdarê bidome û ji wê şûnde jî wê bi awayekî fîîlî bidome.
Li gel astengiyan ew ê kampanya bidome
Besîmeyê bal kişand ser deklerasyona di meha îlonê de hatiye aşkerakirin û wiha got: “Ji vê dîrokê heta 25’ê Mijdarê yên me plan kirine hene. Li çar bajaran û bi taybet bi tevlîbûna parlamenterên me nobet pêk anîn. Lê em rastî êrîşên cidî hatin. Li Amedê polîsan em dorpêç kirin. Li Enqereyê heman tişt hatin jiyîn. Li Stenbol û Edeneyê me bernameyên xwe pêk anîn.
‘Şolenên ku motîvasyona jinan bilind dike’
Besîmeyê herî dawî wiha got: “Kampanya wê bi du lingan bidome. Di pêvajoya kampanyayê de wê komxebat û civîn bidomin. Heta 25’ê Mijdarê jî wê mîtîng jî hebin. Di pêvajoya pêş de wê bernameyên ku moral û motîvasyona jinan zêde dikin hebin. Heta 8’ê Adarê ew ê bernameyên me bi awayekî xurt berdewam bikin.”








