Jinên Ezidî yên Efrînê azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
- 09:22 1 Mijdar 2017
- Rojane
Lîlav Elî
EFRÎN - Jinên Êzîdî yên herêma Efrînê ji bo agahîdayina li ser rewşa tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li saziyên mafê mirovan kirin û gotin: "Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her tim li qadan û li kolanan li ser piya bin."
'Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye'
Di vê çerçoveyê de Hevseroka Yekîtiya Jinên Êzidî Sûad Hiso hêrsa Gelê Kurd li dijî îdîayên ku li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye kirin destnîşan kir û got : "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her tim li qada bin, li çalakiya bin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye û bi taybet azadiya jina ye."
`Em dest ji çalakiyên xwe bernadin'
Sûadê wiha dewam kir: "Çawa ku jinên êzidî cihê xwe di rizgarkirina bajarê Reqayê de girtin û tolhildana hemû jinan ji çeteyên DAÎŞ'ê girtin, ew ê li Efrînê jî her tim li ser piya bin û heta ku Serok Apo rizgar nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin."
'Heta azadî pêk were bê navber çalakiyê bidome'
Ji aliyekî din ve jî Kordîrasyona Yekîtiya Jinê Êzidî Gulê Cefer komploya ku li ser Abdulah Ocalan hatiye kirin şermezar kir û got: "Ev bû 3 sal in ku Serok Apo di tecrîdeke girankirî de derbas dibe. Tu agahî ji rewşa tendirustiya Rêberê me nehatin girtin. Dewleta Tirk nahêle ku hevdîtin bi Serok Apo re were çêkirin. Ji ber vê yekê jî em ê her tim çalakiyan li dar bixin û daxwaza azadiya Serok Apo bînin ziman. Heta azadî pêk were bê navber çalakiyê bidome."
Gulê wiha axaftina xwe domand: "Heta ku agahî ji Rêber Abdulah Ocalan neyê girtin, dilê me rihet nabe. Ji ber vê jî em ê her dem li ser piya bin."
'Gelê Kurd berxwedêr in'
Her wiha Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Mîdye Çewîş rewşa tecrîda li ser Abdullah Ocalan wiha anî ziman û got: "Daxwaza dewletên navneteweyî bi tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, fikir û felsefaya wî ji Gelê Kurd qut bikin, lê belê Gelê Kurd planên wan vala derxistin. Ji ber ku Gelê Kurd berxwedêr in."
Di dawiyê de Mîdyeyê bang li tevahî sazî û rêxistinên mafê mirovan kir da ku rewşa tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan were zelalkirin.








