Lîsa Çalanê du sal piştî komkujiyê cara yekem îfade da
- 09:18 1 Mijdar 2017
- Rojane
Safiye Alagaş
AMED - Derhêner Lîsa Çalan ku di êrîşa bombeyî ya mîtînga hilbijartina 5’ê Hezîrana 2015’an a li dijî HDP’ê de birîndar bû ji ber dermankirinê ancax du sal şûnde îfade da. Lîsayê wiha got: “Kesekî min nas nedikir hat tezgaha çayê. 20 TL da kesê di tezgahê de û xwest pere hûr bike. Piştî ev kes çû teqîn pêk hat.”
Di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga hilbijartinê ya 5’ê Hezîrana 2015’an a Amedê ku DAÎŞ’ê pêk anî de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Derhêner Lîsa Çalan ku birîndar bû û her du çîpên xwe jî wenda kir, du sal şûnde îfade da Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Lîsayê di 18’ê Îlona 2017’an de çû Edliya Amedê û îfade da. Lîsayê diyar kir ku saet di 16.00’an de gihiştiye qada mîtîngê û got polîsan lêgerîn nekirine û ferq kiriye ku nokteya lêgerînê tune.
‘Çav şikand û bombe teqiya’
Lîsayê diyar kir ku ber bi trafoyê meşyaye û li ber tezgaha çayê sekineye û got: “Min pişta xwe da tezgaha çayê. 5 deqeyan payîm. Keskî min nas nedikir hat ber tezganê. 20 TL da kesên tezgahê û bo pere hûr bike. Çav şikand. Ez ji tevgerên wî ketim fikaran. Lê tiştek nehat hişê min. Piştî ez ji tezgahê veqetiyam teqîn pêk hat.”
Lîsayê bi lêv kir ku piştî teqînê du mehan hatiye dermankirin û du çîmên xwe wenda kiriye û got: “Ez wisa difikirim ku bûyer bi kesê hat ber tezgahê re girêdayî ye. Ez daxwaz dikim ku serî li îfadeya vî kesî bê dayîn.”
Lîsayê bi lêv kir ku ew kesên bi guman gilî dike û got divê derbarê van kesan de lêpirsîn bê meşandin. Lîsayê da zanîn ku ew der barê polîsên cihê bûyerê yên tedbîr negirtine û der barê kesên bûyer pêk anîne Burhan Gok, Îlhamî Bali, Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder de wê gilî bike.”
Parêzerê Lîsayê Ferhat Çelîk jî da zanîn ku ew kesên ku bûye sedema birîndakirina muvekîla wî, gilî dikin û daxwaz dikin ku doz bê vekirin.








