Peymangeha Bajarê Tiltemirê dest bi tomarkirina xwendekaran kir
- 09:06 1 Mijdar 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Peymangeha Şehîd Jiyan dest bi dewreya 4'în a sala perwerdeya 2017-2018'an kir û tomarkirina navan jî dewam dike.
Êdî ev sê sal in ku dibistanên di bin serweriya Rêjîma BAAS'ê de bûn, niha bi destên rêvebertiya xweser dimeşin. Êdî dibistanê ji nû ve bê avakirin û guhertinên ku mirov pêş de dixe dê bi xwendekaran re çê bibe. Dê êdî yek ziman û al ji holê were rakirin. Ji ber ku esasê jiyana azad û demokratîk netewa demokratîk e.
Di salên pêşiya me de divê ku mamoste li gorî dibistanan werin perwerdekirin û amadekirin. Lewma li peymangeha Şehîd Jiyan ya Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê li Herêma Cizîrê di 15'ê meha Cotmehê de dest bi tomarkirina navê xwendekaran hatiye kirin û heta a niha ji 50 xwendekarî zêdetir ji gelên kurd û ereb hatine tomarkirin. Ev yek hîn jî berdewam dike. Di 15'ê Mijdarê de wê deriyê tomarkirinê were girtin.
Rêveberiya Peymangeha "Şehîd Jiyan" Rûken Memo derbarê vê dewreyê de wiha dibêje: "Me dest bi dewreyek nûh kiriye, ji gelê ereb û kurd pêk tên. Niha hejmar li derdora 50'î xwendekarî ne. Armanca me ew e ku di warê perwerdeyê de pêşketinên ber bi çav pêk were."
Temenê tomarkirina peymangehê ji 18'an heta 45 salan e
Rûkenê wiha berdewam kir: "Di tomarkirina navan de em temen esas digirin divê temen di navbera 18-45 salî de be. Destpêkê de hevdîtin bi wan xwendekaran re tê kirin, di milê biranşan û bîrdoziyê de komîsyon hevdîtinê pêk tînin. Mîna biranşên bîrkarî, zanyarî,ziman, pedegojî ne. Her wiha rêveberiyên peymangehê jî amade dibin. Di nava vê hevdîtinê de pirs ji xwendekaran tên kirin. Tiştên herî girîng divê ku rewşa wan a tendurustî baş be, paşê êdî derbasî dewreyê dibin.
Rûken derbarê 2 salên xwendina peymangehê de jî ev yek anî ziman: "Xwendekar dê 2 salan peymangehê bixwînin, di du heyvên destpêkê de ew ê perwerdeya bîrdozî werin dayîn. Paşê êdî dest bi biranşan tên kirin. Biranşên ku werin dayin jî yê navîn û amadeyî ne wekî refê dibistana navîn û amadehî ne."
Dem dema parastina çanda xwe ye
Rûkenê derbarê destpêkirina dewreya çaremîn de wiha got: "Di vê salê de me gelek dibistan ji bin serweriya Rêjîma BAAS'ê derxistin û niha di bin rêveberiya xweseriya demokratîk de ne. Dema ku hejmara dibistanan zêde dibin wê demê pêwîstî bi mamosteyan jî çê dibe. Li ser vê yekê û bingehê me ev dewre vekir. Ji bo ku ev nifşên nû çand, huner û nasnameya xwe bikaribin biparêzin ew ê bên perwedekirin. Dem dema parastina çanda xwe ye."
Herî zêde jin dixwazin zarokên gel perwerde bikin
Rûkenê bal kişand ser hêjmara tomarkirina xwendekarên nû û wiha got: "Herî zêde jin dixwazin zarokên wan perwede bibe. Ev yek jî me kêfxweş dike. Êdî jin bûye xwedî îrade û hêz. Jinan êdî azadiya xwe bi dest xistiye û êdî dixwazin, nifşên nû jî pêş bikevin."
'Bila êdî jin civaka xwe perwerde bike'
Rûkenê di dawaiya axaftina xwe de wiha got: "Ew ê heta 15'ê Mijdarê deriyê tomarkirinê vekirî be. Divê her kesên ku temenê wan ser 18 salî be berê xwe bidin peymangehê, bi taybetî jî jin."








