‘Girtiyên hatine surgunkirin sê rojan tî û birçî di hucreyê de girtî man’
- 09:14 1 Mijdar 2017
- Rojane
Medîne Mamedoglu
MÊRDÎN - Hefteyên borî 26 girtiyên ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê surgunî girtîgeha Tîpa L ya Patnosê a Agiriyê hatin kirin, cil û berg, pirtûk û radyoyên wan hatibûn desteserkirin û hîna nehatine dayîn. Girtiyên îşkenceya lêgerîna tazî qebûl nekirin sê rojan tî û birçî di hucreyê de man. Nure Terlakê diyar kir ku divê her kes deng bidin dengê girtiyan û bi hestiyarî tev bigerin.
Hefteyên borî 26 girtiyên ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê surgunî girtîgeha Tîpa L ya Patnosê a Agiriyê hatin kirin di têgeha girtîgehê de rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatibûn. Nure Terkak a çû hevdîtina kurê xwe diyar kir ku li ser hemû girtiyan şopên îşkenceyê dîtine û sê rojan av û nan nedane girtiyan û got divê her kes li dijî vê zilmê deng derbixe.
‘Sê rojan di hucreyê de mane’
Nureyê bi lêv kir ku tevlî ku di ser surgunê de hefteyek derbas bûye îşkence hîna didome û wiha got: “Di dema surgunê de tiştên nehatine serê wan nemaye. Ez tenê ji bo kurê xwe naaxivim. Ji bo hemû girtiyan diaxivim. Dema çûne wir bi rojan rê kişandine. Herî dawî dema ew birine girtîgehê di lêgerîna tazî de derbas kirine. Ne cil û berg û ne jî pirtûkên wan dane wan. Piştre avêtine hucreyan. Sê rojan ne av û ne jî nan dane wan. Betanî nedane wan. “
‘Divê her kes dengê xwe derxe’
Nurê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Îşkenceya li wan hatiye kirin dijî mirovahiyê ye û ez bang li hemû xizmên girtiyan dikim ku li dijî vê zilmê bê deng nemînin.








