Mamoste û xwendekarên Cindirêsê rabûn ser piyan

  • 16:50 31 Cotmeh 2017
  • Rojane
EFRÎN - Bi sedan mamoste û xwendekarên Navçeya Cindirêsê ji bo diyarkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketin kolanan û dest bi meşê kirin.
 
Di bin diruşmeya " Bi perwerdeyê û felsefaya netewa demokratîk em ê xwedî li serokê xwe derkevin." Komîteya Pewerdeya Civaka Demokratîk ( KPCD) ji bo zelalkirina rewşa ewlekarî û tendurustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî li Navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê li dar xist.
 
Meş bi beşdarbûna hemû mamoste û xwendekarên navçeya Cindirêsê pêk hat. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK ê Abdulla Ocalan hilgirtin.
Meş ji pêşiya Navenda Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk dest pê kir û bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok ", "Em ciwan em ciwan can fedayî Ocalan" heta xezanê avê dewam kir.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin duxyanî ji aliyê Rêveberiya KPC Demokratîk Ebîr Hemedî hat xwendin.
 
Di daxwiyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan bi tundî hat şermezar kirin û hat gotin ku "Komploya navnetewî  19 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Bi armanca tunekirina daxwazên gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin  ev tecrîd tê berdewamkirin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de mamosteyên Komîteya Pewerdeya Civaka Demokratîk bang li tevahî saziyên mafê mirovan kirin li ser rewşa tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  bisekinin
 
Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.