Konê Grêva Birçîbûnê îro bi dawî dibe

  • 16:18 31 Cotmeh 2017
  • Rojane
QAMIŞLO – Konê girêva birçîbûnê li gûndê Girbawî ku girêdayê Kantona Qamişloyê ye di roja xwe ya duyemîn de di bin dirûşmeya" Sonda me ye, em ê pergala îmraliyê parçe bikin bi Rêber Apo re azad bijîn"dewam dike.
 
Konê Grêva birçîbûnê ku li gundê Girbawî yê girêdayî Kantona Qamişloyê ye ji bo azadiya rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan di roja xwe ya duyemîn de çalakiyên xwe berdewam dike. Ji do heta îro gelek sazî, dezgeh û bi giştî sazî û Mecalisa Bajarê Qamişloyê beşdarî  konê grêva birçîbûnê yê gundê Girbawî bûn. Konê Çalakiya Grêva Birçîbûnê bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdulah Ocalan hat xemilandin.  
 
Îro di saetên êvarî de tê payin ku konê çalakiya grêva birçîbûnê bi dawî bibe.