Serlêdana hevdîtina a bi Abdullah Ocalan re hat redkirin

  • 15:37 31 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Serlêdana hevdîtina parêzerên a bi Abdullah Ocalan re cara 700’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Mehdî Oztuzun û Cengîz Yureklî bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzaran ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin.
 
Serlêdana hevdîtina parêzeran a li gel Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû cara 700’emîn e bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.