Çalakiya Yukselê di roja 357'an de ye: 2 kes hatin binçavkirin
- 15:31 31 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" ya li Kolana Yukselê hat destpêkirin, di roja 357’an de ye, polîsan Kuçeya Konurê girtin û 2 çalakvan bi derpkirinê hatin binçav kirin.
Hîndekar Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, ji bo vegerin karê xwe 237 roj in di grêva birçîbûnê de ne, çalakiya "em karê xwe paşve dixwazin" 357 roj in dewam dike. Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin, li Kuçeya Konurê li hev civiyan, lê polîsan bi mertalan pêşiya wan girtin û 2 kes bi derpkirinê hatin binçav kirin.








