Li Wanê ji CPT û dozgeriya Bursayê re name û fax hatin şandin
- 15:24 31 Cotmeh 2017
- Rojane
WAN - Li Wanê bi pêşengiya rêxistinên HDP’ê û DBP’ê ji dozgeriya Bursayê û CPT’yê re fax û name hatin şandin.
HDP bernameya xwe ya ji bo şermezarkirina girankirina tecrîtê aşkere kiribû. Îro Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navend û navçeyan ji dozgeriya Bursa û CPT re fax û name şandin. Di destpêkê de li ber avahiya DBP’ê daxuyanî da çapemeniyê. TJA û Dayîkên Aşitiyê jî tevlî daxuyanîyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê Ûmît Dede ve hat xwendin. Ûmît bal kişand ser girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku li tu welatan hiqûq ewqas nehatiye binpêkirin û wiha axivi:”Girankirina tecrîda ser birêz Ocalan bi keyfî ye. Ev polîtikayeke taybet e li ser birêz Ocalan tê meşandin. Ev 2 sal in bi tu awayî ji birêz Ocalan re agahî nayên standin. Destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat hevdîtinê pêk bînin. Ev rewşa heya asteke xetere hatiye û êdî bûye rewşeke awarte.”
Piştî daxuyaniyê rêxistinên HDP,DBP, TJA û Dayikên Aşitiyê ji bo ku fax û nameye bişînin derbasî PTT’ê bûn.








