Ji jina ku li Pakîstanê bi zorê hat zewicandin ‘xweparastin’
- 15:17 31 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Jina Pakîstanî ya ku bi darê zorê hat zewicandin li dijî kesên ji malbatê, mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî.
Jina Pakîstanî û bi navê Asiye Bîbî li dijî malbata xwe ku ew bi zorê zewicandibûn mafê xweparastinê bi kar anî. Asiye ya ku di meha îlonê de bi zorê hatibû zewicandin 13 kesên ku bu sedema zewaca wê, bi jehrê ew kuştin. Têkildarî mijarê Asiyeyê û du kesên din hatin binçavkirin. Polîsê bi navê Uveyiş Ahmed diyar kir ku bi jehrê 13 kes hatine kuştin, 14 kes jî rakirine nexweşxaneyê.
Tê diyarkirin ku li Pakîstanê bi taybet li cihên ji warê rewşa aborî ne baş û çolwar in zewacên zarokatî û zewacên bi zorê zêde ne û jin li dijî vê yekê têkoşînê didin.








