Ji parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana 700'mîn
- 11:40 31 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bikin, cara 700’an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Mehdî Oztuzun bi armanca bi muvekkilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran ji wê demê heta niha 700 caran serlêdan kirin.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 699 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "Muxalefeta hewayê heye", "Keştî xerabe ye", “Koster di tamîrê de ye" û "OHAL" hatin redkirin.








