Du jin ji jehrbûna karbonmonoksîtê jîyana xwe ji dest dan
- 11:24 31 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Li Başakşehîrê Ceyran Çakmak û keça wê Sevlay Çakmak duh êvarî ji ber gaza karbonmonoksîtê ya sobeya wan bi jehrê ketin û jîyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê Ceyran Çakmak (72) û keça wê Sevlay Çakmak (37) duh êvarî li mala xwe ji ber gaza karbonmonoksîtê ya sobeya wan bi jehrê ketin. Hat zanîn ku komên tenduristî mudaxaleya yekem li Ceyran û Sevlay kirin lê herdu jinan bi jehrbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên du jinan piştî lêkolîna yekem rakirin morga Saziya Tib a Edlî.








