Ji hundir: Zext û binpêkirina mafan a li girtîgehê didome
- 09:30 31 Cotmeh 2017
- Rojane
ÎZMÎR - Garîbe Gezer a ji girtîgeha Mêrdînê surgunê Girtîgeha Jinan a Şakranê bû bi nameyekê binpêkirina mafan vegot. Garîbeyê diyar kir ku li girtîgeha Mêrdînê piştî tehdîdên gardiyan û dozger surgunî Şakranê bûne û li Şakranê jî binpêkirina mafan didome.
Garîbe Gezer a li Kerborana Mêrdînê piştî qedexeyên derketina derve bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û ev du sal in girtiye, ji girtîgeha Şakranê nameyek şand û binpêkirina mafan ragihand. Garîbeyê got piştî qedexe rabûye şûnde xwişk û birayê wê jî hatiye girtin.
Garîbeyê diyar kir ku li girtîgeha Mêrdînê gardiyan û dozgeran ew tehdîd kiriye û piştre surgunî Girtîgeha Şakranê hatiye kirin û li Şakranê jî binpêkirinên mafan didomin.
Garîbeyê bi lêv kir ku pêkanînên kêfî didome û wiha pê de çû: “Li girtîgeha Şakranê ev sê meh in nameyan nadin min. Kargoyên me ev du meh in hatine lê gardiyan dibêjin ‘gelek karê me heye, em ê piştre bidin’. Nameyên normal êdî nadin. Nameyên birayê min Haşîm Gezer du meh şûnde didinê. Nameyên malbata min jî qet nadin. Faksên me tevî ku lezgîn in mehek şûnde didin. Malbata min ev du meh in nayê hevdîtinê. Yanî yek ji malbatê wefat bike agahî nadin me.”
Însiyatîfa gardiyanan beriya dozgeriyê tê
Garîbeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez 4 meh berê ji girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê surguni Şakranê hatim kirin. sedema surgunkirinê jî ev bû ku em li gorî gardiyanan tev nagerin. Li wir gardiyanan bi ser koxuşên me de digirtin. Gardiyanan digotin ‘Yan hûn ê tiştên em dibêjin bikin, yan jî hûn ê bên surgunkirin û malbata xwe nebînin.’ Me ji midûr re got, gotin em nikarin tiştekî bikin însiyatîfa gardiyanan beriya min tê. Îşkence û zextên girtîgehan tu car naqedin. Ligel vê em nikarin dengê xwe bi kesî bidin bihîstin.








