‘Yê aştiya civakî ava bike Birêz Ocalan e’

  • 09:26 31 Cotmeh 2017
  • Rojane

Fîlîz Zeyrek

EDENE - Asiye Kolçakê bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku dewletê destûra bingehîn a xwe tune hesibandiye û diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê li her qadê têkoşîn bê dayîn.
 
Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Endama HDP PM’ê Asiye Kolçakê  destnîşan kir ku dewlet hewl dide Gelê Kurd bi Abdullah Ocalan terbiye bike.
 
‘Pêvajo çibû niha bû çi?’
 
Asiyeyê destnîşan kir ku ev du sal û nîv in mafên şexsî yên Abdullah Ocalan tên xespkirin û got: “Tecrîd di heman demê de aştiya civakî dîl digire. Abdullah Ocalan beriya 7’ê Hezîranê muxatab hat girtin û deriyê aştiyê hatibû vekirin. Gotinên rêveberên AKP’ê yên wê demê çibûn, niha bû çi? Ger dixwazin ev welat bi awayekî pêş ve biçe divê hevdîtinên wan rojan dîsa bidin destpêkirin.”
 
‘Di şîdetê de israr heye’
 
Asiyeyê anî zimain ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan, peyama şer didin gelên Tirkiyeyê û Kurd û wiha pê de çû: “Ev tecrîd li şûna aştiyê, kaos, şîdet û polîtîkaya şer tîne. Em îro jî bi siyaseta ku di şîdetê de israr dike re rû bi rû ne. Gelên Tirkiyeyê dixwazin ji dema kaosê xilas bibin. Ji ber vê yekê divê tecrîd rabe. Divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bê destpêkirin.”