Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin

  • 09:22 31 Cotmeh 2017
  • Rojane

AMÛDÊ - Jinên ku her di nav çalakiyan de ne ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerînên xwe anîn  ziman û wiha gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e."

Ev demeke dirêj e ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Dewleta Tirk nahêle ku malbata wî, an jî parêzerên wî serdana wî bikin. Di dema dawî de agahiyên ne zelal di derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  de hatin belav kirin. Li dijî vê yekê gelê Rojava/Bakurê Sûriyeyê her roj di nav çalakiyan de ne. Jinên ku di nava çalakiyan de cih digirin nêrînên xwe anîn ziman.
 
Hevseroka Komîteya Kedkarên Cizîrê Evîn Başo wiha got: "Ev 19 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dijî. Lê belê Gelê Kurd li dijî vê yekê her roj di nav çalakiya de ne. Ev çend salên dawî jî tecrîdek giran li ser Serok Apo tê meşandin. Ji bo vê yekê bangwaziyê me ji saziyên mafê mirovan heye ku li ser rewşa serokatî bisekinin."
 
'Em ê her têbikoşin'
  
Evîn diyar kir ku jin her roj di nav tevgerê de ne û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tekoşîn dikin û wiha domand:" Jinên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine wê her di nav çalakiya de bin heta ku serokê me azad bibe. Em ê her têbikoşin."
 
Dê jiyan bi têkoşîna jinê ava bibe
 
Her wiha endama Heyva Sor a Kurd Cîhan Ehmed anî ziman ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya hemû jinan e û wiha domand: "Em jî wek jinên Heyva Sor ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî çalakiyan bûn, erkê ku dikeve  ser milên em ê bi cih binîn. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Dê jiyan bi têkoşîna jinê ava bibe."